Rejîma Îranê 6 kes ji ber ku besdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne girt

12 April 2022 12:00 0 dîtin
Rejîma Îranê 6 kes ji ber ku besdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne girt

PeyamaKurd Rejîma Îranê, li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê 6 kes ji ber ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne girt.

Li nahiya Nelos ya bajarê Şino, 6 kes ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Îranê ve hatin girtin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, ew kesên han ji ber ku beşdarî pîrozbahiyên cejna Newrozê bibûn, hatine girtin.

Hat ragihandin navên kesên ku hatine girtin wiha ne: Sîna Aqazade, Saman Resûlzade, Diyako Xelîlî, Eşkan Şikak, Riza Îslamdûst, Senan Resûlzade.