Iraq û Îranê dest bi danûstandinan kirin

13 August 2022 15:30 0 dîtin
Iraq û Îranê dest bi danûstandinan kirin

PeyamaKurd – Danûstandinên Iraq û Îranê yên ji bo hawirdekirina gaza Îranê destpê kirin.

Li gor Wezareta Petrolê ya Iraqê eşkere kir, pêdiviya Iraqê ya bi gaza Îranê gelek zêde bûye, lewre niha Iraq dest bi danûstandinên xwe yên li gel Îranê kiriye ji bo zêdetirkirina hawirdeya gazê ji Îranê.

Wezareta Petrolê ya Iraqê eşkere kir, niha pêdiviya Iraqê bi gaza navbera 50 heta 55 metrekupî heye, lewre li gel aliyên Îranî ji bo zêdetirkirina şandina gazê ji bo Iraqê di nava danûstandinan de ne.

Beriya niha ji ber ku Iraq pereyên gazê nedabûn Îranê, Îran jî şandina gazê ji bo Iraqê kêm kiribû, lewre Iraq rastî kêşeya bêelektirîkiyê hatibû.