CNN: Amerîka û Iraq wê di demek nêzîk de dest bi danûstandinan bikin!
PeyamaKurd – Televîzyona CNN a Amerîkî îdia kir ku rêveberiya Amerîka û Iraqê wê di demek nêzîk de dest bi danûstandinên derbarê paşeroja hebûna leşkerî ya Amerîkî li Iraqê bikin.
CNNê ku li ser zarê jêderên haydar ji mijarê ragihand ku rayedarên her du welatan wê qonaxa bê ya hevpeymaniya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bi serokatiya Amerîka gotûbêj bikin.
Herwiha tê çaverêkirin ku hin gotûbêjên dahatî li ser diyarkirina îmkan û dema bidawîkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê bin.
Ji Iraq û Amerîkayê daxuyanî hatin
Çavkaniyên han got: "Amerîka demnameyekê li gor şert û mercên Iraqê tercîh dike, di nav de berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û aramiya hikûmet û hêzên ewlekariya Iraqê."
Di hevdîtinê de dîplomat û rayedarên leşkerî yên ji aliyê Amerîkayê jî wê beşdar bibin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder diyar kir ku hêzên Amerîkayê hefteya borî li ser vexwendina hikûmetê li Iraqê bûn û wiha got: “Em nirxê didin Iraqê wek hevkar. Em ê bi wan re ji nêz ve bişêwirin. Heya niha haya min ji ti daxwazeke fermî ya hikûmeta Iraqê ji bo çûna hêzên Wezareta Berevaniyê nîne.”
Iraqê bang li Amerîkayê kir ku vekişe
Parlamentoya Iraqê doh êrîşên esmanî yên Amerîkayê yên li dijî komên ku Îran piştgiriya wan dike li Babil û Enbarê şermezar kir.
Iraqê daxuyaniyek da û got, "Dawamkirina êrişên Amerîkayê binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û bêhurmetiya Washingtonê li peymanên navneteweyî ye."
Herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir ku, lezê li cîbicîkirina biryara parlamentoyê ya derbarê vekişandina temamê hêzên biyanî ji Iraqê bike, ji ber ku ew yek metirsiyê li ser asayîş, aramî û asayişa gelê Iraqê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin