Çavkaniyên Medyayî: Serokê HTSê Colanî li Idbilê di êrîsa Rûsî de hate kustin

01 December 2024 08:54 0 dîtin
Çavkaniyên Medyayî: Serokê HTSê Colanî li Idbilê di êrîsa Rûsî de hate kustin

PeyamaKurd – Hate îdiakirin ku Serokê rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-El Nûsra) Ebû Muhammed el Colanî, di êrîşeke asmanî ya rûsî de hatiye kuştin.

Piştî êrîşên HTŞê yên ser Helebê û Hemayê Rûsyayê li navenda Helebê çend dever bombebaran kiribûn û behsa bi dehan kuştiyan dihat kirin.

Lê belê nedihat zanîn ku Colanî jî bûye armanca êrîşên rûsî.

Li gorî çavkaniyên medyayî Rûsyayê civîna desteya HTŞê ya li Idbilîbê kiriye armanc û Colanî jî di wê êrîşê de hatiye kuştin.

Nûçe ji aliyê medyayên Iraq û Îranê ve hatiye belavkirin, lê hîn ji aliyê HTŞê ve nehatiye piştrastkirin.