Medya Rûsî: ‘Erdogan û Esed berî hilbijartinan nacivin’
PeyamaKurd – Medya rûsî bi zarê rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê li ser mijara asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê û hevdîtina Erdogan û Esed ragihand ku ew texmîn nakin beriya hilbijartinên Tirkiyeyê pêk were.
Li gorî nûçeyê Endamê Komîteya Ewlehiyê û Siyasetên Derve ya Serokomariyê ya Tirkiyeyê Çagri Erhan gotiye: “Ev mimkun e, lê bi qasî pê dizanim tu dem an cihekî diyar ji bo civîneke wiha tune ye. Serok Erdogan ne li dijî vê ye, lê erdheja wêranker her tişt guherand. Plansaziya wî bi temamî guherî.”
Rayedarê Tirk daye zanîn: “Kêmtirî 70 rojan ji bo hilbijartinan re maye. Ji ber wê, texmîn nakim ku derfeta çûyînê tenê ji bo girtina wêneyekî bi Esed re hebe. Dibe ku piştî hilbijartin ev pêk were.”
Yekem civîna piştî şerê navxwe yê Sûriyê yê 2011an a berpirsên hikûmeta Tirkiye û rejîma Sûriyê, di meha Kanûna 2022yan de, bi navbeynkariya Rûsyayê li Moskowê hatibû lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin