Ji Pûtîn pêsniyara Tirkiyê: Em dikarin eniyekê ava bikin!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku heman wekî G7 (Bereya welatên aboriya wan pêşketî) a welatên Yekîtiya Ewropayê ew jî dikarin bi beşdariya welatên wekî Çîn, Hindistan û Tirkiyê eniyeke wekî G8an pêk bînin.
Pûtîn li komcivîna 5. Aboriya Rojhilat ku li bajarê Valdivostokê hat lidarxistin axivî û got, “Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina me ya dawî de ji min re gotiye, çima te beşdariya G7an a Tirkiyê neaniye rojevê. Heger bê fikirîn ku dê piştî standina S-400an qada esmanî ya Tirkiyê bi awayekî ewle bê parastin, rola Tirkiyê ya di pirsgirêkên navnetewî de jî li ber çavan bê girtin, bi xebatên Tirkiyê dê pêdivî bi formateke wiha çêbibe û di cih de ye jî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin