Pûtîn: Em dikarin bi Ukraynayê re dest bi gotûbêjên astiyê bikin, lê...
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku eger Ukrayna hêzên xwe ji herêmên Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporijya vekişîne û ji daxwaza xwe ya beşdariya nav NATOyê vegere, ew dikarin dest bi gotûbêjên aştiyê bikin.
Pûtîn beriya Lûtkeya Ukrayna ya li Swîsreyê tê lidarxistin mercên Rûsyayê yên ji bo aştiyê eşkere kirin.
Pûtîn di serî de destnîşan kir ku divê Ukrayna dest ji daxwaza xwe ya endambûna NATOyê berde û ji her çar herêmên Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporijya jî hêzên xwe vekişîne.
Herwiha Pûtîn got, ger Ukrayna mercan qebûl bike Rûsya wê ewlehiya vekişîna hêzên Ukraynayê dabîn bike.
Pûtîn rexne li aliyên lutkeya şerê Rûsya-Ukrayna li dar dixin jî girt ku Rûsya venexwendine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin