Pûtîn mercê destpêkirina dîyaloga ligel Ukraynayê eskere kir!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de, mercê destpêkirina danûstandinên ligel rêveberiya Kîevê eşkere kiriye.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî êrîşa artêşa Ukraynayê li ser hêzên rûsî ku windahiyeke mezin dabûn gotiye ku heger Kîev rastiyên nû yên ser erdê qebûl bike Rûsya dikare diyalogê bi Ukraynayê re bide destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn li ser banga Erdogan a ragihandina agirbestê li Ukraynayê wiha gotiye: Rejîma Kîevê heger wekî ku gelek caran me aniye ziman, daxwaziyên Rûsyayê bicih bîne û rastiyên nû yên ser erdê qebûl bike, Rûsya ji diyalogeke cidî re vekiriye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî 8ê Mijdara 2022yan ji bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên ligel Rûsyayê gotibû, heger Rûsya mercên wan bicih bîne ew dikarin muzakereyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin