Pasinyan di civîna ligel Pûtîn û Alîyev de ji bo rewsa Laçînê bertek nîsan da

27 December 2022 20:33 0 dîtin
Pasinyan di civîna ligel Pûtîn û Alîyev de ji bo rewsa Laçînê bertek nîsan da

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li ser mijara Qerebaxê bi serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan re civîneke sêqolî li dar xist. Paşinyan di civînê de bertek nîşan da û got, kontrola korîdora Laçînê di destê hêzên Rûs de ye.

Hat ragihandin ku Pûtîn di lûtkeya nefermî ya hevdîtina serokên Koma Dewletên Serbixwe ya St. Petersburgê de, ligel Paşinyan û Alîyev civîneke sêalî saz kiriye.

Pûtîn di civînê de bal kişandiye ser ku ew dê tevî nîqaşên çareserkirina hemû kêşeyên li başûrê Qefqasan, herwiha kêşeya Qerebaxê ya navbera Azerbaycan-Ermenistanê jî gotûbêj bikin.

Hat diyarkirin ku Paşinyan li rewşa korîdora li Laçînê nerazîbûna xwe ji Pûtîn re nîşan daye û gotiye, niha ew korîdor ne di kontrola hêzên rûsî de ye û ji bo bijardeyên din ên çareseriyê jî daxwaza hevdîtinê li Pûtîn kir.