Rûsyayê mercê danûstandina ligel Ewropayê eskere kir

10 November 2022 21:22 0 dîtin
Rûsyayê mercê danûstandina ligel Ewropayê eskere kir

PeyamaKurd – Li demeke ku ji ber şerê Ukraynayê welatên Ewropî dorpêç li ser Rûsyayê sepandine û Rûsya jî mijara gazê wekî şantaj bikar tîne, Wezareta Derve ya Rûsyayê mercên Moskowê yên danûstandinê eşkere kir.

 Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, îro 10ê Mijdarê di civîneke rojnamevanî de got, dibe ku pêwîstiya Yekîtiya Ewropayê bi wê yekê be ku ji bo razîkirina Amerîkayê, hemû aboriya xwe xera bike.

Zaxarova diyar kir: “Eger daxwaza gotûbêjê were kirin, divê ji aliyê pratîkî ve hinek pêngavan bavêjin.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser mercê welatê xwe ji bo çareserkirina kêşeyan û asayîkirina pêwendiyên ligel welatên Ewropayê wiha axivî: “Mercê me ew e ku rewşa niha û meydanê li ber çavan were girtin. Çimkî tiştê niha hatiye bidestxistin û ew guherînên ku li ser erdê qewimîne, ji bo Rûsyayê bihayekî wan ê mezin heye.”