'Pêsniyara NY ya bikaranîna deriyê Girê Spî, pistgiriya eskere bo projeya Tirkiyê ye'
PeyamaKurd – Piştî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyara bikaranîna deriyê bajarê Girê Spî ku niha di bin kontrola Tirkiyê de ye kir, ji aliyê rêveberiya Rojava ve bertek ji wê daxwaza NY re hat nîşandan.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pêşniyar kiribû ku ew ê deriyê Girê Spî ku ketiye jêr kontrola Tirkiyê, li şûna deriyê Yarûbiyê-Ti Koçer vekin da ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bikin.
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li ser pêşniyara Neteweyên Yekbûyî ya derbaskirina alîkariyên mirovî di deriyê Girê Spî ve ragihand ku bi vê pêşinyarê NY rewabûn bo dagirkeriya Tirkiyê tê dayîn.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl jî li ser hesabê xwe yê twitterê got: "Pêşniyara NYyê ya derbaskirina alîkariyan ji bakurê Sûriyê re di dergehên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de piştevaniya eşkere ya projeya dewleta Tirkiyê li Sûriyê, di bin navên alîkariyên mirovahiyê de.”
Aldar Xelîl herwiha dibêje: "Ev pêşêniyar rola neyînî ya ku ne layiqê saziya weke NYyê diyar dike, herwiha rola wê ya yekalî û hewldana sepandina wekhevî û aştiyê reş dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin