Deriyê nû yê bihevgirêdana Colemêrg û Hewlêrê berî hilbijartinan tê vekirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku xebatên bo vekirina deriyê sînorî yê nû di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, gihîştine dawiyê û di demeke nêzîk de tê vekirin.
Deriyê nû yê navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê di navbera gundê Girane yê navçeya Rûbarok a Colemêrgê û gundê Zêtê yê navçeya Soranê de ye. Herwiha ev derî Hewlêr û Colemêrgê jî bi hev ve girêdide.
Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetinkaya ragihandiye ku biryar hatiye dayîn Deriyê Sînorî yê Girane (Umurlu) berî hilbijartina 14ê Gulanê bê vekirin û di nav 10 rojan de amadekarên vekirina deriyê nû bidawî dibin.
Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Riza Tuna Turagay jî roja Çarşemê serdana navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê kiriye û li ser Deriyê Sînorî yê Girane daye xuyakirin: “Armanceke me heye, ku em di dema herî zû de derî vekin û çalak bikin. Em dizanin ev derî ji bo pêşxistina bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de, ji bo gelê herêmê û geşkirina hemû herêmê û bi taybetî ji bo pêwendiyên mirovayetiyê çiqas girîng e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin