Xwepêsanderên alîgirên Tevgera Sedir gihîstin ber deriyê Devera Kesk
PeyamaKurd – Îro li Bexdayê xwepêşanderên alîgirên Tevgera Sedir, dest bi xwepêşandanan kirin û herî dawî gihîştin ber deriyê Devera Kesk û hewl didin berbestên li ber derî rakin.
Li gor zanyariyan, xwepêşander dixwazin têkevin Devera Kesk, di heman demê de hêzên ewlehiyê derdora xwepêşdanderan dorpêç kirine.
Alîgirên Sedir îro destê sibehê li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê civiyan û ji bo ketina Herêma Kesk dest bi hilweşandina dîwarên betonî kirin.
Hêjayî bibirxistinê ye, berî du rojan alîgirên Tevgera Sedir ji bo xwepêşandana li dijî Sûdanî bi ser Herêma Kesk de girtibûn û çûbûn nav avahiya parlamentoyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin