Parêzgarên Sirnex û Zaxoyê li ser çareseriya pirsgirêkên deriyê Xebûrê axivîn

31 July 2023 20:44 0 dîtin
Parêzgarên Sirnex û Zaxoyê li ser çareseriya pirsgirêkên deriyê Xebûrê axivîn

PeyamaKurd - Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin û Rêvebirê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo, ji bo çareserkirina mijara deriyê sînor li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê civiyan.

Hate ragihandin ku hevdîtin li avahiya Parêzgariya Şirnexê pêk hatiye û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Geliş jî beşdarî kiriye. Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin û Rêvebirê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re axivîn.

Osman Bilgin got ku ew dixwazin diyaloga wan a bi Herêma Kurdistanê re her berdewam bike û ji bo vê jî ew dê "protokola biratiyê" îmze bikin.

Guhdar Şêxo jî diyar kir ku wan li ser navê Herêma Kurdistanê, serdana Parêzgariya Şirnexê kir û got ku di civînê de ew li ser pirsgirêkên welatiyên li Deriyê Sînor yê Xabûrê rawestiyan.

Guhdar Şêxo got, wan bi Parêzgarê Şirnexê re li hev kir ku pirsgirêk di zûtirîn demê de bên çareserkirin û wiha axivî: "Em her du alî hemfikir in ku welatiyên rojane derbas dibin û yên ji bo turîzma tenduristî û seyahetê tên ji hev bên cudakirin û ji bo vê jî binesaziya pêwîst were pêkanîn. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û ji bo ku xebat bi lêz bêne kirin me wekî parêzgarên her du welatan fermanên pêwîst dan."