Bolton: “Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Kurdistanekî serbixwe ye”
PeyamaKurd – Şêwirmendê berê yê netewî yê Amerîkayê John Bolton ragihand ku tekane rê ya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn avakirina Kurdistanekî serbixwe ye.
Bolton vê fikra xwe di wexta bû mêvanê bernameya K24 ê bû got. Bolton di bernamê de behsa têkiliyên Hewlêrê û Bexdayê, mesela Kurd û peymana nukleerî ya sala 2015 an bi Îranê re kir. Bolton got ku niha tewrê rêvebiriya Biden bo mesela Kurd diyar nîne û weha got:
“Ez nizanim dê Kurd li ku dera mijarên siyasî yê Biden bin. Lê aşkeraye ku Biden naxwaze İŞİD dagere herêmê. Wê hêzên Amerîkayê ji herêmê vekişin. Wê bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe dewam bidin kirin û destekê bidin Kurda.”
Bolton li ser mijara rewşa rêvebiriya Bexdayê rexneyan kir û weha got:
“Li Bexdayê hukumeta netewî nemaye. Ez dibêjim dê roja ku Kurd ji Bexdayê veqetin û ji Iraqê rizgar bibin dê were. Ji ber Kurd referandûmê kirin û piraniya dengan bo serxwebûnê bûn.”
Bolton ragihand ku hukumeta Bexdayê di bin bandora Îranê de ye û mafê Kurda û yên dinan nikare bide û weha got:
“Divê Biden zêdetir destekê bide Kurda û nehêle Îran li herêmê bibe desthilatdar. Trump bi xwe soza dabû Kurda bicîh neanî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin