YSP: Heta pirsgirêkên Kurd û Filistînê neyên çareserkirin, li Rojhilata Navîn…

08 October 2023 22:00 0 dîtin
YSP: Heta pirsgirêkên Kurd û Filistînê neyên çareserkirin, li Rojhilata Navîn…

PeyamaKurd- Partiya Çep a Kesk (YSP), di derbarê şerê ku li hember êrîşên Hamasê di navbera wan Îsraîlê de derket û bû rojeva sereke ya cîhanê, daxuyanî da û di vê daxuyaniyê de bertekên tund ji bo Îsraîlê nîşan da.

Di daxuyaniya YSPê de hat gotin ku "Em bi tu awayî kuştina sivîlan, îêkencekirina cenaze û rdîlgirtiyan, bombekirina cihên jiyanê yên di şerê di navbera herdu aliyan de berdewam dike, qebûl nakin.

Em bang li aliyan dikin ku demildest dest ji vê pêşbirka mirin û qirkirinê berdin. Di pevçûnên ku ji duh danê sibehê ve diqewimin de hedefgirtina vekirî ya sivîlan dijminahiya di navbera herdu gelan de kûrtir dike. Em careke din bi hemû cîhanê re parve dikin ku muxatab kî be jî em hemû êrîşên li dijî sivîlan qebûl nakin. 

Di her şert û mercî de tu hincet ji hovîtiya ku vediguhere şîdeta mêr a li dijî bedena jinê di şeran de tê kirin, nabe.

“Em dagirkeriya Îsraîlê, red dikin”

Wekî Partiya Çep a Kesk, em dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Filistînê red dikin; em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê biparêzin û bidomînin. Em bang li hemû hêzan, bi taybetî jî dewletên herêmê dikin ku ji bo çareseriya aştiyane her du alî bi hev re tevbigerin. 

Em partiya çareseriyeke adil, demokratîk û aştiyê ne li dijî hawirdora tundiyê ku ji ber şer û dagirkeriya bi dehan salan di navbera Filistîn û Îsraîlê de pêk hatiye. Bi şerê dawî yê mezin re careke din derket holê ku bi agir vemirandina agir ne pêkan e. 

Her êşek, êşeke nû bi xwe re tîne û jiyana gelên Rojhilata Navîn dike armanc. Em bang li hemû gelên cîhanê bi taybetî gelên Rojhilata Navîn dikin ku bibin aliyên aştiyê da ku têkiliyên Filistîn û Îsraîl bi çareseriyeke demokratîk û adil bi dawî bibe.

“Em alîgirê jiyana hevpar in”

Bi salan e em bi êş û jan dibînin ku heta du pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn, meseleya Filistîn û Kurd neyên çareserkirin, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nayên çareserkirin. Em di her pevçûnê de careke din dibînin ku nêzîkatiyên netew-dewlet pirsgirêkan kûrtir dike û dijminatiya di navbera gelan de zêdetir dike. Em di wê baweriyê de ne ku dubendiyên netewî û olî yên li Rojhilata Navîn rê li ber êşên bêdawî vedike. Ji bo vegerandina aştiyê li vê erdnîgariya ku bi hezaran salan jiyana bi hev re û aştiyane hatiye jiyankirin, rêya herî baş avakirina çareseriya demokratîk û aştiyane ye. Em li ser tundî, mirin û hişmendiya desthilatdar a li Rojhilata Navîn ne; em aliyê gelan û jiyana hevpar a aştiyane ne. 

Meşa di Rêya sêyemîn û serdestkirina jiyana demokratîk û aştiyane ya li van xakan, ji her demê bêhtir xwe bi hêztir ferz dike. Em li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê ne, em careke din diyar dikin ku rêya bidawîkirina êşan çareseriyeke demokratîk û adil e. 

Em wekî partî, sersaxiyê ji malbat û gelê Filistînî û Îsraîlî yên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin.”