Îsraîl: "Heta ku armancên me pêk neyên, bi Hizbullahê re agirbest nabe"

12 November 2024 11:30 0 dîtin
Îsraîl: "Heta ku armancên me pêk neyên, bi Hizbullahê re agirbest nabe"

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di hevdîtina xwe ya bi rayedarên artêşa Îsraîlê re qala nakokiyên bi Hizbullahê re, êrîşên li Xezzeyê û zêdebûna rageşiya bi Îranê re kir.

Katz bi îdiaya "Piştî êrîşên li ser tesîsên berevaniya hewayî ya Îsraîlê, tesîsên nukleerî yên Îranê ji her demê zêdetir mexdûrtir in" îdia kir ku armanca herî girîng a êrîşên ku li Xezzeyê wêraniyeke mezin pêk anîn, vegerandina girtiyên Îsraîlî ye.

Têkildarî êrîşên li Lubnanê jî Katz got, "Heta ku armancên şer pêk neyên, bi Hizbullahê re agirbest nayê kirin."