Balafirên Îsraîlê depo û cebilxaneyên Hizbullahê yên li Samê teqandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê doh 31ê Çileyê 2022yan xalên leşkerî û depoyên çek û cebilxaneyan ên Hizbullaha Lubnanê yên li nêzî Şamê bombebaran kirin.
Hatiye diyarkirin ku ev êrîş piştî Rûsyayê dewriyeyên esmanî yên hevbeş ligel balafirên Sûriyê li girên Colanê pêk anîn, hatiye encamdan.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî derbarê êrîşa Îsraîlê de ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê xalên Hizbullaha Lubnanê li derdora bajarokê El-Qitîfê ku dikeve rojhilatê herêma Qelemûn, li bakurê rojhilatê Şamê bombebaran kirin.
SOHRê daye zanîn, herî kêm 5 caran dengên teqînê li bajarê El-Qitîfê hatine bihîstin û piştre jî agir bi xalên leşkerî û depoyên çek û cebilxaneyên Hizbullahê ketiye ku di encamê de ziyanên canî çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin