Îsraîlê depoya çekên Hizbullahê teqand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê depoya cebilxaneyê ya Hizbullahê bombebaran kir û teqînên mezin di encamê de çêbûn.
Hate diyarkirin ku di encama teqînan de perçeyên cebilxaneyan li derdora gundên derdorê belav bûye û li bajarokê Burc Rahalê jî parçeyek ketiye.
Li gorî medyaya Lubnanê, Îsraîlê doh di bombebarana bajarokê Kefer Kila yê li başûrê Lubnanê de ‘depoyeke cebilxaneyê’ armanc kiriye û 3 kes jî bi sivikî birîndar bûne.
Sê çavkaniyên ewlehiyê yên ji Reutersê re axivîne gotine ku depoya çekan a Hizbullahê ye.
Bombebarana ku 30 kîlometre dûrî sînorê Îsraîlê pêk hatiye, piştî ku Hizbullah û hevalbendê wê yê Filistînî Hamasê ragihandin ku bi roketan li çeperên Îsraîlê xistine, pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin