Gold Apollo: Amûrên Îsraîlê di dest Hizbullahê de teqand ne yên me ne
PeyamaKurd - Kompaniya Gold Apolloyê ragihand ku wan amûrên ragihandinê yên li Libnanê ji aliyê Îsraîlê ve hatin teqandin çênekirine û kompaniya BACê nîşan da.
Gold Apolloya navenda wê li Taywanê ye, diyar kir ku wan ew amûrên ku li Libnanê li ser gelek endamên Hizbulahê hatin teqandin çênekirine û kompaniya "BAC"ê ku wan lîsansa markayê dayê nûşan da.
Gold Apolloyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di çêkirina amûrên ragihandinê yên modela "AR924" de ti rayeya wan nîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em tenê rayeya markayê didin û em bi ti awayî tevî sêwirandina vê cîhazê yan jî çêkirina wê nabin. Em tenê rayeya bikaranînê ya lîsansa markayê didin şirketa bi navê BACê û ew jî çêdikin.”
Li gorî nûçeyên çapemeniya Taywanê, Birêvebirê Gold Apolloyê Hsu Ching Kuang civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ev amûr li derveyî wî welatî tên çêkirin.
Êrişa sîber
Doh li Libnanê bêtêlên ku endamên Hizbulahê bi kar tînin bi hev re hatin teqandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di van êrişan de 9 kes mirine ku yek ji wan zarok e.
Hizbulahê jî şeva borî daxuyandibû ku 2 endamên wan mirine, lê belê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 10 endamên wan ên din jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin