Sûriye | Îsraîlê wêneyên êrîsa armancên Îranê belav kir
PeyamaKurd - Rojnameya Haaretz a Îsraîlê wêneyên êrîşa balafir û moşekan a Îsraîlê ku bi ser armancên Îranê yên Sûriyê li Şamê pêk anîbû, belav kir.
Rayedarekî ewlekariya Îsraîlê li ser êrîşa roja Sêşemê ya bi ser armancên Îranê de ji APyê re ragihand ku cîhên bûna armanca êrîşa wan depoyên çekan û xaltên lojîstîkê ne.
Rayedarê Îsraîlê herwiha got ku wan ew êrîş bi haydarkirina Rûsyayê pêk aniye û dema êrîşê jî wan bersiva moşekên Sûriyê yên ji bo lêdana balafirên wan hatine avêtin daye.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin