Sûriye: Di êrîsa Îsraîlê de 8 leskerên me mirin

26 October 2023 10:32 0 dîtin
Sûriye: Di êrîsa Îsraîlê de 8 leskerên me mirin

PeyamaKurd – Di daxuyaniya ku ji aliyê Sûriyeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin, di êrîşa hewayî ya ku Îsraîlê li dijî xalên leşkerî yên li bajarê Derayê pêk anî de, 8 leşker mirin.

Di daxuyaniya ajansa fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin, Îsraîlê li gorî saeta herêmî di saet 01.45an de li bejahiya bajarê Dera ji Girên Golanê êrîşeke hewayî li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di êrîşê de 8 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne û ziyana madî jî çêbûye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat piştrastkirin de hat diyarkirin, li hember roketên ku ji axa Sûriyeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, balafirên şer xalên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê kirin hedef.