Sûriye: Di encama êrîsa Îsraîlê ya mûsekî de tene ziyanên madî çêbûn
PeyamaKurd - Di derbarê êrîşa mûşekî ya Îsraîlê li başûrê Şamê kiribû artêşa Sûriyê ragihand, berevaniya asmanî ya Sûriyê bersiva êrîşa Îsraîlê daye û diyar kir, di encama wê êrîşa mûşekî de tenê ziyanên madî çêbûne.
Li gor ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA belav kiriye, şeva borî di saet 21:58an de, Îsraîlê çend mûşek avêtine başûrê Şamê û sazûmana berevaniya esmanî ya Sûriyê bersiva êrîşê daye.
Herwiha li gor çavkaniyên xwecihî, dengê 4 teqînan li Şamê hatiye bihîstin. Li gor berpirsekî leşkerî yê Sûriyê êrîş ji aliyê Herêma Golanê rû daye.
Hinek çavkaniyên din amaje bi wê yekê dikin, Îsraîlê çend pêgehên Hikûmeta Sûriyê û milîsên Îranê kirine armanc, li gor hinek çavkaniyan jî, Îsraîl civîneke çend generalên Îranê û efserên pilebilind ê Sûriyê kiriye armanc.
Li gor wan çavkaniyan, di encamê de fermandarê navçeya rojhilatê Sûriyê yê Supaya Pasdaran li gel 4 milîsên din hatiye kuştin, lê heya niha ne Sûriyê û ne jî Îranê ev yek piştrast nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin