Sûriye | Îsraîlê vê carê bu tundî li armancên Îranê xist
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê şeva borî bi moşekan êrîşê armancên Îran û hizbullahê yên li Şamê kir ku sîstemên parastina hewayî yên Sûriyê jî bersiva wan dan.
Li gor çavkaniyan êrîşa Îsraîlê ya vê carê ku bi ser armancên Îranê de pêk aniye gelekî tund bûye û çend binke û depoyên çekan ên Îran û milîşeyên wê hatine armanckirin.
Li gor medya Erebî û Ajansa Fermî ya Dewleta Sûriyê SANAyê jî Îsraîlê bi fuzeyên menzîldirêj ên ji bejahî û hewayî êrîşî erdên Sûriyê kiriye û gelek moşekên Îsraîlê berî bigihin armancên xwe ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Sûriyê ve hatine ruxandin.
Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyeke li ser êrîşên ser armancên Îranê de got, "Artêşa Parastina Îsraîlê van kêliyan (dema êrîşê) li armancên Feylaq el Quds (girêdayî artêşa pasdarên Îranê ye) dixe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin