Ji Lavrov daxuyaniya 'herêma ewle' û rêya çareseriya pirsgirêkên Kurdan

17 January 2019 15:38 0 dîtin
Ji Lavrov daxuyaniya 'herêma ewle' û rêya çareseriya pirsgirêkên Kurdan

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê avakirina herêma ewle (tampon) li Sûriyê de daxuyanî dan.

 Lavrov di civîneke rojnamevanî ya li Moskowê de, bal kişand ser parastina yekparçeyiya xaka Sûriyê û li ser herêma ewle û rewşa Kurdên Sûriyê û wiha axivî:

 “Li welatên wekî Iraq û Sûriyê ku kêmîneya Kurd lê dijî, divê pirsgirêkên Kurdan bi rêya dîyaloga hikûmetên wan welatan û çarçoveya parastina yekîtiya wan welatan were çareserkirin.”

Lavrov diyar kir ku ew dê helbet Tirkiye jî tê de berjewendî û ewlehîya hemû welatên cîranên Sûriyê  li ber çavan bigirin.