Rûsyayê kontrolkirina rêya stratejîk pistrast kir: Herêma ewle temam e!
Rûsyayê kontrolkirina rêya stratejîk piştrast kir: Herêma ewle çêbû!
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê kontrolkirina rêya stratejîk M5ê ji destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê piştrast kir.
Du roj berê ji çavkaniyên cûda hatibû ragihandin ku rejîma Sûriyê rêya M5ê kontrol kiriye û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî piştî vê destkeftina rejîmê mohlet dabû hêzên rejîmê vekişin derveyî sînorên rêkeftina Soçiyê.
Wezarate Rûsyayê di daxuyaniyê de destnîşan kir, “Rêya stratejîk û giyanî ya Helebê û bajarên başûr girê dide (Hema, Hûms, Şam) niha ji terorîstan hatiye paqijkirin.”
Herwiha Serokê Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsya li Sûriyê Yuri Borenkov jî li ser kontrolkirina rêya M5 da xuyakirin ku êdî bi awayekî fiîlî ev tê wê maneyê ku herêma ewle ya di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya navbera Rûsya-Tirkiye de hatiye avakirin.
Hêjayî gotinê ye, li gorî rêkeftina Soçiyê diviyabû komên çekdar ji ser wan rêyên M4-M5 vekişin û ew rê werin vekirin ku ew rê girêdana Dera, Heleb û Şamê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin