Lavrov: Hêzên Kurd ji ‘Herêma Ewle’ hatin derxistin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di çarçoveya rêkeftina hatiye kirin de, hêzên Kurd ji nav 30 kîlometre qada ku wekî‘herêma ewle’ hatiye diyarkirin derketine.
Lavrov di civîneke rojnamevanî ya Moskowê de, got, ‘Ez dixwazim destnîşan bikim ku rêkeftina Soçî ya navbera Pûtîn û Erdogan tê cîbicîkirin. Leşkerên me (Rûsya-Tirkiye) di nav herêma 30 kîlometran a ku hêzên Kurd û hêzên rejîmê hatine derxistin bi hemahengî kar dikin.”
Wezîrê Rûsî diyar kir ku di rêkeftina Rus-Tirk de ti ajandeyeke veşarî nîne û da zanîn, polîsê leşkerî yê rûsî bi aliyê tirk re 10 km dewriyeyên hevbeş pêkanîne.
Lavrov got ku rêkeftina bi Tirkiyê re gelekî vekirî ye û hemû bendên wê jî têne bicihanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin