Lavrov: Amerîka hêzên Kurdî li herêmê ji bo cudaxwaziyê sor dike

19 September 2020 10:50 0 dîtin
Lavrov: Amerîka hêzên Kurdî li herêmê ji bo cudaxwaziyê sor dike

PeyamaKurd Li ser siyaseta Amerîka ya li hember Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rexneyên xwe anî ziman û da zanîn: ‘‘Lavrov destnîşan dike: “Amerîka Kurdan li dijî Hikûmeta Sûriyê sor dike û rê nade Kurd li gel Şamê dest bi gotûbêjan bikin.”

Li gor Sergey Lavrov diyar kir, Rûsya ji rewşa rojhilatê Feratê nîgeran e û Amerîka hêzên Kurdî li herêmê ji bo cudaxwaziyê sor dike.

Lavrov destnîşan dike: “Amerîka Kurdan li dijî Hikûmeta Sûriyê sor dike û rê nade Kurd li gel Şamê dest bi gotûbêjan bikin.”

Herwiha destnîşan dike: “Ev pêngava Amerîkayê ya sorkirina Kurdan bo cudaxwaziyê, li herêmê karesatekê li pey xwe tîne, ne tenê yekparçebûna axa Sûriyê, reftarên Amerîkayê îhtîmala teqîna pirsa Kurd li seranserê herêmê zêde dike.”

Sergey Lavrov eşkere kir: “Ev mijar ne tenê ji bo Sûriyê, herwiha ji bo Iraq û Tirkiye û Îranê jî giring e, ev lîstikeke metirsîdar e li wê herêmê.” Herwiha got: “Eger Amerîka di sorkirina cudaxwaziyê de berdewam be, encama wê ji bo herêmê dê karesat bibe.”