Ji Komisyona YE daxuyaniya 'Herêma Ewle' | 'Ne pêkan e YE alîkariyê bide'

06 November 2019 20:52 0 dîtin
Ji Komisyona YE daxuyaniya 'Herêma Ewle' | 'Ne pêkan e YE alîkariyê bide'

PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) dubare ragihand ku ew ti alîkariyeke darayî nadin niştîngehên herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze li Rojava ava bike û pêwîste koçber bi dilxwazî vegerin welatê xwe.

Komîteyên Parlamena YE yên Pêwendiyên Derve, Dad û Geşepêdanê ji bo rewşa koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê gotûbêj bikin civiyan.

Li ser navê Komisyona YEyê Maciej Popowski axivî û li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de got ku ne pêkan e Yekîtiya Ewropa alîkariyên mirovî ji herêma ku Tirkiye dixwaze ava bike re bişîne.

Popowski wiha got: “YE nikare alîkariyê bide niştîngehên ku Tirkiye dixwaze li Sûriyê ava bike. Divê koçberên Sûriyê bi dilxwazî vegerin.”

Popowskî da zanîn ku operasyona Tirkiyê û geşedanên dawî yên li Rojhilatê Behra Spî bûye sedem ku têkiliyên Enqere û Brukselê aloz bibin û bi bîr xist ku YEyê operasyona Tirkiyê ya ser Rojava şermezar kiriye.

Komisyona Yekîtiya Ewropayê herwiha hişyarî jî ji bo guhertina demografiya wê navçeyê dayê ku dê derencamên xerab jê derkevin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan piştî destpêkirina êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê, ji Yekîtiya Ewropayê jî daxwaz kiribû ji bo 'herêma ewle' alîkariya darayî bide.