Ji Tirkiyê daxuyaniya 'Herêma Ewle' ya hevdîtinên ligel sanda Amerîkî

05 August 2019 18:52 0 dîtin
Ji Tirkiyê daxuyaniya 'Herêma Ewle' ya hevdîtinên ligel sanda Amerîkî

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) piştî hevdîtina îro ya şanda Amerîkî ku ligel rayedarên Tirkiyê li ser mijara Sûriyê û avakirina herêma ewle civiya daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Beşa îro ya hevdîtinên li demjimêr 10:00an ji bo 'Herêma Ewle' ya li Bakurê Sûriyê tê plankirin bi rayedarên Amerîkî re dest pê kiribû hat temamkirin. Dê hevdîtin sibe li avahiya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li Enqerê berdewam bike."

Medya Amerîkî beriya vê hevdîtinê îdia kiribû ku Amerîka bi teklîfa xwe ya dawî li ser herêma ewle çûye Tirkiyê û ew pêşniyaza Amerîkayê jî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye redkirin.

DU PÊŞNIYARÊN AMERÎKAYÊ:

Li gorî raportan Amerîkayê du pêşnîyaz ji bo awayê avakirina herêma ewle li Tirkiyê kirine ku ya yekem e ew herêm 15 kîlometre bi dirêjahî û 140 Km jî bi kûrahî be. Pêşniyaza duyem jî derxistina YPGê ji wê herêmê û bicihkirina hêzên Amerîka û Tirkiyê ye ku di bin kontrola herdu welatan de be herêm.