‘Pistî hevdîtinên ‘herêma ewle’ li Enqereyê Amerîkayê ji Tirkiyê re got na’

06 August 2019 13:44 0 dîtin
‘Pistî hevdîtinên ‘herêma ewle’ li Enqereyê Amerîkayê ji Tirkiyê re got na’

PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper, derbarê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li dijî bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin û diyar kir ku Amerîka dê li dijî mudaxeleyên yekalî derkeve.

Li gorî nûçeya Reutersê Esper berî serdana xwe bo Japonyayê pirsên rojnamevanan bersivandin û eşkere kir ku operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li dijî bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin. Esper wiha domand: “Tiştê em dê bikin ev e: Em dê bergiriyê hewildanên yekalî bikin ku zirarê bidin berjewendiyên hevpar ên Amerîka, Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Sûriyê.”

‘EZ BAWER IM EM DÊ LI HEV BIKIN

Ji aliyê din ve Esper da xuyakirin ku ji bo nîgeraniya Tirkiyê gav têne avêtin û got ez bawer im em dê li hev bikin lê derbarê wan gavan te tu zanyarî belav nekirin.

‘HER GAVEKE LEŞKERÎ YA YEKALÎ JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE BÊ AVÊTIN, DÊ BANDORÊ LI BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ ÊN HER DU ALIYAN BIKE’

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (PENTAGON) jî demek berê derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê hişyariyê dide Tirkiyê û dibêje, her gaveke leşkerî ya yekalî ji aliyê Tirkiyê ve bê avêtin, dê bandorê li berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan bike.

‘ŞANDA AMERÎKÎ YA LI ENQERÊ JI HERÊMA EWLE RE GOT NA’

Hevdîtinên şanda Amerîkî û Tirkiyê didomin û li gorî agahiyên kulîsê yên ku PeyamaKurd bidestxistine Amerîkayê ji bo daxwaza ‘Herêma Ewle’ ya Tirkiyê gotiye na û diyar kiriye ku her gaveke leşkerî ya yekalî ji aliyê Tirkiyê ve bê avêtin, dê bandorê li berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan bike û ev yek nayê qebûlkirin.