Biro: Nabe bi navê ‘Herêma Ewle’ demografî bê guhertin

26 September 2019 14:18 0 dîtin
Biro: Nabe bi navê ‘Herêma Ewle’ demografî bê guhertin

PeyamaKurd - Nûnerê Encûmena Niştîmaniya Kurdi li Sûriyê (ENKS) di opozîsyona Sûriyê de Îbrahîm Biro wekî Endamê şanda bilind a Desteya Danûstandin a Opozîsyona Sûriyê li Amerîkayê ye.

Biro ragihand ku wan di çarçoveya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey û şandên Almanya û Fransayê re hevdîtin pêk anîne.

Endamê ENKSê ji K24ê re ragihandiye, ji ber rewatiya rejîma Sûriyê namîne, pêkanîna Komîta Destûrî ya di bin çavdêriya navdewletî de serkeftineke ji hemû gelê Sûriyê re ye.

Derbarê pirsa “herêma ewle” de Biro got: “Wek ENKSê dibînin ku ev rêkeftin baş e heger navçeyên Kurdî ji şer dûr bixe.”

 Derbarê nakokiyên Amerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle jî destnîşan kir ku ew dikarin bibin beşek ji çareseriyê û got: “Em dikarin aliyê îdarî û parastinê de alîkar bin, ji bo rêveberiyeke nû li wê herêmê ava bibe.”

Biro li ser pirsa vegera penaberan ku Tirkiye dixwaze 2 milyon kesan li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cî bike jî da zanîn, “ENKS û opozîsyona Sûriyê hevnerîn in, ku divê penaber vegerin cihê xwe û nabe xelkê deverekê li devereke din bê bicihkirin û divê rê li ber guhertina cugrafî ya li ser erdê çêdibe bê girtin.”