Bahçelî careke din hebûna ‘Kurdistanê înkar kir’: Cihek bi navê ‘Kurdistan’ nîne û nabe jî!
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperwer a Tirk (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya parlamentoya Tirkiyê de, li ser gotinên welatiyê Kurd Cesîl Taşkesen li navçeya Misircê ya Sêrtê di serdana Seroka IYI Partiyê Meral Akşener de, bertekeke tund nîşan da û careke din Kurdistan înkar kir.
Bahçelî got: “Seroka IYI Partiyê çûye Sêrtê. Li hember buxtana ‘Ev der Kurdistan e’, nikarîbû tenê gotinekê jî bibêje. Şerm li we be. Di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de cihek bi navê 'Kurdistan' nîne û dê qet nebe.”
Devlet Bahçelî ji ber helwesta CHPê ya derbarê tezkereya operasyonên derveyî sînor de jî got: “Em dê li her derê herêma xwe rûyê rastî yê CHPê bibêjin. Em dê qala tifaqa wê ya bi HDPê re û qutkirina têkiliya wê ya bi Gazî Mustafa Kemal Ataturk re bikin. Em dê diyar bikin ku CHP veguheriye çi û çawa ji çavkaniya xwe qut bûye.”
Bahçelî diyar kir: “CHPê ku destê HDPê girt, ji berdewamiya têkoşîna li dijî terorê re got na. Heger pêşnûmaya qanûnê ya Iraq û Sûriyê wek ku CHP û HDP dixwestin bihata redkirin, dê leşkerên tirk vekişiyana. CHP ne tenê li cihê şaş ê dîrokê rawestiyaye, li dijî Tirkiyê jî cih girtiye."
Bahçelî li ser hilbijartinên 2023an jî got ku weke partî wan dest bi xebatên xwe kirine û ew dê li hemû bajaran bigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin