Parêzgarê New Yorkê: Trump dixwaze hebûna Korona înkar bike

07 July 2020 09:30 0 dîtin
Parêzgarê New Yorkê: Trump dixwaze hebûna Korona înkar bike

PeyamaKurd - Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, Parêzgarê New Yorkê Andrew Cuomo, Serok Donald Trump tawanbar kir.

Li gor Parêzgar Cuomo bi preskonferansekê ragihand, Trump dixwaze hebûna vîrusa Korona înkar bike.

Cuomo got, ‘‘Trum hebûna vîrusa Korona înkar dike ji bo vîrus bi leztir belav bibe. Birêz Serok, nebe şîrikê vîrusa Korona, tiştekî hêsan bike û ji gelê Amerîka ra hebûna vîrusa Korona û mezinbûna kêşeyên wê bêje’’

Wî herwiha bal kişand ser tevgera Trump ku maske nade ber rûyê xwe û ji ber vê dihêle vîrus pirtir belav bibe.

Trump ji Twitterê dîyar kiribû ku, li Amerîka di rojên dawî da rêjeya mirinên ji vîrusa Korona daketiye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka 130,000 kesan zêdetir bi vîrusa Korona can dane û di nav eyaletan da bi 32,219 kesan, mirinên ji wê vîrusê New York li pêş e.