Seroka Nû ya Komîsyona YEyê û Erdogan li ser ‘Herêma Ewle’ axivîn

02 December 2019 14:03 0 dîtin
Seroka Nû ya Komîsyona YEyê û Erdogan li ser ‘Herêma Ewle’ axivîn

PeyamaKurd -  Serokomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Ursula von der Leyen derbarê têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de û herwiha derbarê Herêma Ewle û vegera koçberên Sûrî de gotûbêj kirin.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, AAyê, Serokomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan roja Yekşemê bi telefonê li gel Seroka Komîsyona Ewropayê, Ursula von der Leyen li ser babetên weke vegerandina koçberên Sûrî, rêkeftina Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê ya derbarê koçberan de û rewşa Sûriyê bi giştî pê re gotûbêj kiriye.

Leyen: Divê koçberên Sûrî bi dilxwaziya xwe ji Tirkiyê derkevin

Li gor zanyariyan, Ursula von der Leyen di wê peywendiya telefonî de ji Erdogan re gotiye, ku divê koçberên Sûrî bi dilxwaziya xwe ji Tirkiyê derkevin û vegerin cih û warê xwe û nabe ku zor li wan were kirin.

Tirkiye plan dike ku di qonaxa yekem de nêzîkî milyonek koçberên Sûrî vegerîne navçeya ku jê re dibêje “Herêma Ewle” ku beşek ji axa Rojvayê Kurdistanê ye. Tirkiyê di êrîşa xwe ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de, ew herêm xistiye jêr kontrola xwe ku ji herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û hejmarek bajarokan û bi dehan gundên ser bi wan bajaran ve pêk tê.

‘Agirbest hat ragihandin lê Tirkiye bi rêya komên çekdar ên Sûriyê êrişên xwe berdewam dike’

Artêşa Tirkiyê di roja 9ê Mijdara 2019 de êrîşa xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû û tevî ku du rêkeftinên agirbestê bi Amerîka û Rûsyayê re îmze kirine, lê belê bi rêya komên çekdar ên Sûrî ve li ser êrîşên xwe berdewam e.

Tirkiye dibêje, zêdetir ji 3.6 milyon koçberên Sûrî li wî welatî hene û ew rêjeya zêde ya koçberan bûye bargiraniyeke mezin li ser aboriya Tirkiyê û tekez dike, divê ew koçberên Sûrî bo Navçeya Aram bêne vegerandin.

Ew yek di demekê de ye, ku hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, Tirkiye bi plana Herêma Ewle dixwaze demografiya herêmê li dijî Kurdan biguhere.