Rojava | Bi rêkeftina ‘Herêma Ewle’ re tirsa ser xelkê zêde bû
PeyamaKurd – Piştî ku di navbera Amerîka, Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, li ser herêma ewle ango parastina ewlekariya sînor lihevkirin çêbû, metirsiyên gelê Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûn.
Xelkê herêmê di wê tirsê de dijî ku Tirkiye û terorîstên alîgirên wê wekî Efrînê herêmên wan dagir bikin û pêleke din a koçberiyê destpê bike.
Li gorî nûçeyên medya erebî, niha şêniyên li herêma ku bi navê herêma ewle li ser rêkeftin hatiye kirin, ketina xem û fikara can û malê xwe û ditirsin aqûbeta Efrînê were serê wan jî.
Li aliyê din bi pêşengiya Amerîkayê xebatên bo herêma ewle ligel Tirkiye û HSDê berdewam dikin û heta niha ji bo çavderiya herêmê çend gavên çavderiya leşkerî hatine avêtin.
Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî tevî rêkeftina ligel Amerîkayê jî gefên bo destwerdan û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê dewam dike û du roj berê jî 2 hefte mohlet dabû Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin