Îran: Rêkeftina ‘Herêma Ewle’ provokatîv û metirsîdar e!

18 August 2019 19:18 0 dîtin
Îran: Rêkeftina ‘Herêma Ewle’ provokatîv û metirsîdar e!

PeyamaKurd – Îrana ku hevpeymana herêmî ya rejîma Sûriyê ye, li dijî rêkeftina avakirina ‘Herêma Ewle’derket ku di navbera Amerîka-Tirkiye de, li nav sînorên Sûriyê li ser li hev kirine.

Wezareta Derve ya Îranê, bi daxuyaniyekê ragihand ku rêkeftina navbera Amerîka û Tirkiyê ya li ser damezrandina navenda kordînasyona hevbeş bo avakirina herêma ewle li Sûriyê ‘provokatîv û metirsîdar e’.