Îran: Hikûmeta Iraqê gelek bendên rêkeftina ewlehiya sînor bicih anî!
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, derbarê bidawîbûna rêkeftina ewlehiya sînoran û vekişîna partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, daxuyanî da.
Kenanî di civîna rojnamevanî ya îro 18ê Îlonê de got ku di çarçoveya rêkeftinê de, sibe 19ê Îlonê ji bo vekişîna komên çekdar ji herêmê roja dawî ye û ragihand: "Li gorî zanyariyan heta niha gelek bendê rêkeftinê hatin bicihkirin û hin baregehên rêxistinên terorê (Partîyên Rojhilatê Kurdistanê) hatin valakirin û bo cihên din hatin veguhestin.”
Herwiha Kenanî diyar kir ku hin gavên din jî hatine avêtin û wiha axivî: "Hikûmeta Iraqê ragihandiye ku ew bi awayekî cidî pabendî bicihanîna rêkeftinê ne. Em hêvî dikin hikûmeta Iraqê vê pêvajoyê bi biryardarî temam bike.”
Kenanî gotiye ew bi ti awayî hebûna komên partiyên Rojhilat li sînorên xwe qebûl nakin û roja dawî ya rêkeftinê jî sibe ye.
Hêjayê gotinê ye, îro 18ê Îlonê şandeke bilind a ewlehiyê ya Iraqê jî ji bo derbarê rêkeftina bi Îranê re ku sibe dewam wê bi dawî dibe, gihîşt Hewlêrê û danûstandinên xwe bi aliyên pêwendîdar re berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin