Kurdistan | Encûmena Wezîran pêswazî li biryara madeya 140 ya hikûmeta Iraqê kir
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 7ê Kanûna 2022yan, bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di di civînê de encama serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexdayê û hevdîtinên ligel aliyê Iraqê hatine kirin, hat gotûbêjkirin.
Mijarên wekî; "budceya Herêma Kurdistanê, petrol û gaz, gumrig û deriyên sînor, Dîwana Çavdêriya Darayî" yên danûstandin ligel Bexdayê hatine kirin, ji aliyê Wezîrê Plandanîn û endamên din ên şanda hikûmeta Kurdistanê ya Bexdayê ve hatin pêşkêşkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de got, “Herêma Kurdistanê her dem amade bûye ku kêşeyên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê were çareserkirin ku niha derfeteke nû derketiye holê ji bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya rêkeftina aliyên siyasî yên Iraqê de, ji bo pêkanîna hikûmetê û rêbaza wezarî ya kabîneya nû ku di 27/10/2022yan de parlamentoyê jî hatiye pesendkirin û rêkar û mekanîzmaya çareseriya kêşeyan destnîşan kiriye.”
Encûmena Wezîran biryar da, şanda Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya gotûbêj û danûstandinan, di rojên bê de, serdana Bexdayê bike û lijneyên hevbeş ên herdu aliyan dest bi civînên xwe bikin, bi arasteya gihîştina çareseriya hevbeş a li ser bingeha nexşerêya ku di civînê de hatiye pesendkirin.
Herwiha di civînê de li ser nexşerê û mekanîzmaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê çareserkirina kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de gotûbêj hatiye kirin.
Encûmena Wezîran pêşwazî li biryara Hikûmeta Federal a Iraqê ya ji bo jinûve pêkanîna Lijneya Cîbicîkirina Maddeya 140 a Destûra Iraqê kiriye û daxwaz dike ku budceyeke pêwîst ji bo vê lijneyê were terxankirin û pêwîstiyên wê yên din werin dabînkirin ji bo jiholêrakirina astengiyên li ber cîbicîkirina maddeya 140 a destûrê.
Di beşeke din a civînê de Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, nêrîn û têbîniyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yên li ser reşnivîsa proseyasaya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê pêşkêş kir ku berevajî destûra Iraqê hatiye amadekirin.
Li ser mijarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku dariştin û birêvebirina siyaseta çavkaniyên avê, li gor destûrê hatiye rêkxistin û Herêm bi ti awayî dest ji maf û desthilatên xwe yên destûrê bernade û divê Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê hevaheng û hevkar bin, da ku bi awayekî herî baş sûdê ji çavkaniyên abê werbigre, ku çavkaniyeke girîng a niştimanî ye, ku guherînên jîngeh û keş û hewayê gefeke rasteqîn e li ser jiyana welatiyan û mixabin Iraq û Herêma Kurdistanê jî, yek ji wan navçeyan in ku rûbirûyî bandorên neyênî yên keşûhewa û biyabanbûn û hişkesalî û qeyrana kêmbûna avê bûne û ev jî ji her kesî wisa dixwaze ku hevaheng û hevkar bin ji bo kêmkirin û sînordarkirina ziyanên guherîna keş û hewayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin