‘Hikûmeta Iraqê kirîna gaza Qeterê ya ji Îranê erzantir red kir’

13 August 2023 16:37 0 dîtin
‘Hikûmeta Iraqê kirîna gaza Qeterê ya ji Îranê erzantir red kir’

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên medyaya Iraqê hikûmeta federal a Iraqê qebûl nekiriye ku gazê ji Qeterê bi bihayekî kêmtir ji gaza Îranê bikire.

Aaborînasê bi navê Nebîl Mersûmî di medyaya Iraqê de belgeyek belav kiriye ku tê gotin, hikûmeta Iraqê red kiriye gaza erzantir a Qeterê bikire.

Di nameyeke fermî ya beşa plansaziya Wezareta Elektrîkê ya Cotmeha 2015an de, ji Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê re pêşniyarkirin ku gaza Qeterê were kirîn ku bihayê wê jî 0,01 dolar ji bo her milyon yekeyên germahiyê ji gaza Îranê erzantir e.

Nebîl Mersûmî gotiye: "Ji ber ku rêjeya hinartina gaza Îranê bo Iraqê digihîje 30 milyon metre çargoşe di rojekê de, ferqa di navbera nirxan de rojane 9 hezar dolar bû, ku mehane 270 hezar dolar e (nêzîkî 400 milyon dînar."

Li gorî medya Iraqê, ev jî xerakirina dahatên Iraqî ye, di demekê de ku ji sala 2003yan heta îro, tê texmînkirin ku çend trîlyon dolar hatine xerckirin.