Wezîrê Elektrîka Iraqê: Divê Iraq sûdê ji gaza Kurdistanê bistîne
PeyamaKurd – Wezîrê Elektrîka Iraqê di pêşangeha enerjiyê ya Bexdayê de axivî û diyar kir, pêwîst e hikûmeta federal a Iraqê ji bo xurtkirîna pêdiviyên navxwe, sûd ji gaza Kurdistanê bistîne û di paşerojê de gazê ji Kurdistanê bikire.
Li gor Wezîrê Elektrîka Iraqê Adil Kerîm diyar kiriye, pêwîstiya Iraqê bi hilberîna sektora gazê heye û di wê demê de jî nikare pêdiviya navxwe tejî bike. Ji ber wê pêwîst e hemahengiya hikûmeta Iraqê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe û sûdê ji gaza Kurdistanê bistîne.
Kerîm di berdewamiyê de eşkere kiriye, ji paşerojê eger hilberîn bê kirin, dibe ku gaz beşa pêdiviya Iraqê jî bike. Eger Kurdistan gazê berhem bîne, ew dikarin gazê ji Kurdistanê bikirin, ji ber ku di salên pêş de wê pêdiviya gazê zêdetir be, li gor pêwîstiya niha.
Herî dawî destnîşan kiriye, hemahengiya li gel Herêma Kurdistanê heye û şîrketên mezin di wî warî de kar dikin, hêvîdar in di paşerojê de karê hevbeş em bikin û hemahengiya zêdetir hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin