Muna Qehwecî: Divê serokwezîrê nû yê Iraqê mafên destûrî yên Kurdistanê biparêze

18 February 2020 15:01 0 dîtin
Muna Qehwecî: Divê serokwezîrê nû yê Iraqê mafên destûrî yên Kurdistanê biparêze

PeyamaKurd - Sekretera parlementoya Kurdistanê Muna Qehwecî dibêje, divê serokwezîrê nû yê Iraqê mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.

Parlementera Kurdistanê û sekretera parlementoyê, Muna Qehwecî got, divê ew wezîrên kurd yên kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ji aliyê dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê ve bên destnîşankirin. Nabe bêyî rizamendiya serkirdetiya Kurdistanê, nûner û wezîrên kurd bên destnîşankirin.

‘Divê Ellawî girêdayî Destûrê be û mafên Destûrî yên Kurdistanê jî biparêze’


Muna Qehwecî herwiha got, divê serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî girêdayî destûrê be û mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê jî biparêze.

Qehwecî da zanîn, danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser vê mijarê hene û wezîrên kurd dê bi rêka lihevkirinê bên destnîşankirin.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Ellawî dibêje, nabe ti partî û aliyekî siyasî di destnîşankirina wezîran de destwerdanê bike û nabe ti wezîrek alîgir yan jî endamê/a partiyên siyasî be.

Îro şemiyê şandeke aliyên siyasî ya Herêma Kurdistanê bi armanca beşdarî li civînên Mihemed Tofîq Elawî bike diçe Bexdayê, ku dê guftûgoyên pêkanîna kabîneya hikûmetê bê kirin.