Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Divê piska Herêma Kurdistanê ya budceyê neyê guhertin
PeyamaKurd - Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û Encûmena Wezîran a Iraqê îro li ser pirsa projeyasaya budceya 2021an civiyan ku di civînê de guhertin û pêşniyazên nû li Komîteya Darayî hatin guftûgokirin.
Endamê Komîteya Darayî Cemal Koçer ji K24ê re daye xuyakirin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînê de daxwaz kir ku beşê girêdayî ye bi pişkê Herêma Kurdistanê wek xwe bimîne û ti destkarî tê de neyê kirin.
Cemal Koçer got: “Di civînê de, Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku nabe bi ti awayekî fermanber û mûçexwarên Herêma Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî.”
Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê diyar kir, derbarê rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê de, niha aliyê Şîe nermî nîşan dane.
Beriya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hev kiribûn ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike, li hemberê pişkê Herêmê ji budceyê giştî ya %12.67 be. Lê Komîteya Darayî du bijardeyan datîne pêş Herêmê, yan hemû petrola xwe radestî Bexdayê bike, yan jî hemû dahatên darayî yên firotina petrolê radest bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin