Sîretkarê PDKê: Divê serokwezîrê nû yê Iraqê mafên gelê Kurdistanê li ber çav bigire 

28 December 2019 17:07 0 dîtin
Sîretkarê PDKê: Divê serokwezîrê nû yê Iraqê mafên gelê Kurdistanê li ber çav bigire 

PeyamaKurd - Şîretkarê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî dibêje, divê serokwezîrê nû yê Iraqê mafên kurdan li ber çav bigire.

Şîretkarê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arif Ruşdî li ser rewşa Iraqê re got, rewşa Iraqê roj bi roj aloztir dibe ji ber ku berpirsên Iraqî ji ber berjewendiyên xwe guh nadin hev û heta naxwazin guh bidin daxwaziyên xelkê jî. Ji ber wê jî ti hêviyek bo başbûna rewşa Iraqê nayê dîtin.

Arif Ruşdî her wiha got, daxwaza xelkê ew e ku hikûmetek nû were avakirin û dest bi amadekariyên hilbijartinên pêşwext bike.

Herwiha Ruşdî anî ziman ku serokwezîrê nû yê Iraqê, kî dibe bila bibe, divê mafên gelê Kurdistanê li ber çav bigire.