PDKê ji bo serokwezîrê nû yê Iraqê 4 merc danîn...

16 December 2019 15:46 0 dîtin
PDKê ji bo serokwezîrê nû yê Iraqê 4 merc danîn...

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo dengdana serokwezîrê nû bo Iraqê mercên xwe diyar kirin.

Endamê fraksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Şêrwan Dûpirdanî ji medya Kurdistanê re ragihand, heta niha bi fermî nehatiye gotin ku parlementerê Iraqî yê bi navê Mihemed Şiya Sûdanî û çend kesên din ji bo posta serokwezîrtiyê hatine kandîdkirin.

Şêrwan Dûpirdanî da zanîn ku xwepêşander tevahiya wan kandîdên navê wan derbas dibe red kirine û destnîşankirina serokwezîrê nû bo Iraqê ne hêsan e.

Dûpirdanî li ser helwesta PDKê ya bo serokwezîrê nû jî got ku ew ti kesî veto nakin û mercên PDKê wiha rêz kirin:

  1. Divê girêdayî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê be
  2. Pirsgirêka madeya 140 çareser bike
  3. Pirsgirêka Pêşmerge çareser bike
  4. Mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê neke