YNK bi 3 mercan pistgiriyê dide serokwezîrê nû yê Iraqê

08 February 2020 14:00 0 dîtin
YNK bi 3 mercan pistgiriyê dide serokwezîrê nû yê Iraqê

PeyamaKurd -  Endamê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê radigehîne ku, kurdan 3 mercên wan hene bo piştevaniyê li serokwezîrê nû yê Iraqê.

Parlamenterê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Hesen Elî ragihand, heya niha Mihemed Tofîq Elawî nekariye yekdengiyeke temam ji aliyên siyasî bidest bixe bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.

Hesen Elî got, helwestê welatên herêmê û navdewletî li ser wergirtina wî erkî ji aliyê Mihemed Tofîq Elawî ve erênî ye.

‘Pêwîst e Elawî danustendinê bi herêma Kurdistanê re bike’

Derbarê mercên kurdan de jî got, guftûgokirina li gel aliyên herêma Kurdistanê û got, Elawî pêwîst e guftûgoyê li gel herêma Kurdistanê bike. Mercê kurdan ew e Elawî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser budceya giştî ya Iraqê bo sala 2020an, pirsgirêka nefte û gaz û madeya 140a destûra Iraqê bicîh bîne.

Şeva 01.02.2020ê serokomarê Iraqê Berhem Salih, bo pêkanîna hikûmeta demkî ya Iraqê Mihemed Tofîq Elawî li şûna Adil Ebdulmehdî erkdar kir.