PDKê mercê xwe yê pistgiriya hilbijartinên pêswext ên Iraqê eskere kir

09 September 2022 20:02 0 dîtin
PDKê mercê xwe yê pistgiriya hilbijartinên pêswext ên Iraqê eskere kir

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartineke pêşwext a li Iraqê were kirin, mercê ku hemû partiyên Iraqê encman bipejirînin danî.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed got: “Heger hemû partiyên Iraqê soza ku encamên hilbijartinan bipejirînin bidin, ew dê piştgiriya ragihandina hilbijartinên pêşwext bikin.”

Herwiha Berdevkê PDKê diyar kir ku ger partî encamên hilbijartinan nepejirînin, ti bandora wê li ser bidawîanîna krîza siyasî ya Iraqê nabe û wê rewş jî neguhere.

Tevgera Sedr ku di hilbijartinên Cothema 2021ê de yekem derketibû, ji parlamentoya Iraqê vekişiyaye û li Iraqê krîzeke mezin a siyasî rû daye. Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr jî banga hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext kiribû ku Dadgeha Federal çend roj berê ragihandibû, ew biryar ne di erka wan de ye.