Li gorî agahiyan; Almanya di 23yê sibatê de wê hilbijartinên pêswext pêk bîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê alman Olaf Scholz piştî têkçûna koalîsyona wî berê pêşniyar kiribû ku hilbijartinên nû di meha adara 2025an de werin kirin.
Li gorî nûçeyên ji Almanyayê, alman dê di 23yê sibatê de biçin ser sindoqan piştî ku nakokiyên navxweyî hişt ku koalîsyona desthilatdar a li welêt hefteya borî têk biçe.
Serokwezîr Olaf Scholz û serokê partiya herî mezin a mixalefetê ya welêt, yê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Friederich Merz li hev kir ku di 16ê kanûna 2024an de dengdana pêbaweriyê bê kirin û di sibata sala bê de jî hilbijartin bên kirin.
Scholz berê pêşniyar kiribû ku dengdana pêbaweriyê di 15ê çileya 2025an de were kirin û hilbijartinên li dora adarê werin kirin.
Ev pêşniyaz ji hêla Merz ve hate red kirin ku got ku hikûmeta Scholz êdî nikare piraniya parlamenê bi dest bixe da ku welêt bi bandor bi rê ve bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin