Parlamena Iraqê 23yê Sibatê ji bo kabîneya nû deng dide
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Civata Nûnerên Iraqê (Parlamento) roja Yekşema pêşiya me 23yê Sibatê ji bo dengdana li ser kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê dicive.
Serokê kutleya Beyarulxeyir di Civata Nûnerên Iraqê de, Mihemed Xalidî ku kesekî nêzîkî serokwezîrê raspartî Mihemed Elawî ye ragihand, roja Yekşema dahatî Civata Nûnerên Iraqê ji bo dengdana kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê dicive.
Dihat çaverêkirin bû îro ew civîn bê kirin, lê ji ber ku heya niha gelek nakokîyên sîyasî hene derbarê pêkanîna kabîne ya Elawî de ku bi taybet pişka pêkhateyên Iraqê li ber çavan negirtîye, ew civîn pêk nehat.
Rojnameya Sebah a fermî li Iraqê doh belav kiribû ku serokwezîrê raspartî pêkhateya hikumeta xwe temam kiriye û ji bo pesendkirina kabîneya wî li benda civîna parlamentoyê ye.
Hêjayî gotinê ye, fraksiyonên Kurdistanê yên li parlamena Iraqê jî doh serdana Bexdayê kiribûn û xwestibûn pişka Kurdan were diyarkirin daku namzedên xwe yên wezîrtiyên kabîneya nû pêşkeş bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin