Parlamena Iraqê civîna kabîneya Elawî dîsa bipas xist

01 March 2020 19:46 0 dîtin
Parlamena Iraqê civîna kabîneya Elawî dîsa bipas xist

PeyamaKurd – Piştî ku roja Pêncşema borî Parlamentoya Iraqê ji ber nebûna beşdariya li gorî rêjeya yasayî civîna dengdana bawerîpêdana kabîneya Mihemed Elawî ji bo îro 1ê Adarê bipaş xist, îro car din civiya.

Hat ragihandin ku îro jî li parlamena Iraqê rêjeya yasayî ya beşdariyê pêk nehatiye û civîna bawerîdana kabîneya Elawî ji bo sibe Duşemê hatiye paşxistin.

Fraksiyonên Kurd û sûneyên Iraqê ji kabîneya Elawî nerazî ne û ji ber ku ti lihevkirinek çênebûye di navbera wan de beşdariyê li bawerîdana kabîneya nû nakin.